Rêber Hebûn
Writer in Deutschland
Jiyangeriya Rêber Hebûn
- Ew Rêber Adil Ehmed e
- Rojbûn 02. Mijdarê. 1987 li bajarê Munbicê- Sûrî.
- Zimanê Erebî li zangoyê Helebê xwendî ye.
- Ji sala 2015 ve li Elmanyayê ye.
- Dameznerê malpera Kombûna zanyarên azad e ji bo weşandina pirtûkên Elkitronî.
- bi herdû zimanên Kurdî û Erebî dinvîsîne.
- Rojnameyekî bi sernavê : Evîn hebûn e û hebûn zanîn e derxistibû.
- Gelek gotar û xwendinên xwe yên belavbûyî hene li gelek malper û rojnameyên Kurdî û Erebî .
- Beşdarî gelek çalakiyên wêjeyî û ramanî bû li Sûrî, başûrê Kurdistanê û Elmanyayê û gelek hevpeyvîn telefizyonî , Radiyoyî Kurdî hene li rex vîdiyoyên ku têde berhemên xwe yên wêjeyî û ramanî pêşkêş dike bi rêya destikên peywendiya civakî ve.
- Endamekî berê bû di komîteya rêvebir de di yekîtiya rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê de.
- Endam e di yekîtiya cîhanî a rewşenbîrên Ereb de ye.
- Dameznerê navenda Dûsseldorf a rewşenbîrî ye.
- Pêşkêşvanê bername zanyar bi zimanên Kurdî û Erebî bi rêya Zoomê ve.
Berhem
Di helbestê de:
- Dîwana Qêrînên roniyê bi zimanê Erebî 2016.
- Dîwana Qêrînên roniyê bi zimanê Kurdî 2020.
- Dîwana sirûda Gêlasan bi zimanê Erebî 2023.
Di pexşanê de :
- Leylan û nerîn bi zimanê Erebî 2017.
- Narînbendên Kurdistanî bi Pinar Kobanî re bi zimanê Erebî (hevbeş) 2019.
- Rewrekên xwînî bi zimanê Kurdî 2019.
- Leylanên xwe dixun bi zimanê Erebî 2023.
Di çîrokê de :
- Mikûrhatinên mest bi zimanê Kurdî 2023.
di romanê de:
- Erdhej bi zimanê Erebî 2023
Di rexneyê de :
- Jihevekirina simbûl di romanên Helîm Yûsiv bi zimanê Erebî 2020.
- Kilîtên nivîsa bi bandor ve ji dûrbîna felsefa evîn hebûn e û hebûn zanîn e ve bi zimanê Erebî 2023.
- Bi kûrbûn binivîs e ji dûrbîna felsefa evîn hebûn e û hebûn zanîn e ve bi zimanê Erebî 2023 .
- Rabûna afirandinê ji dûrbîna felsefa evîn hebûn e û hebûn zanîn e ve bi zimanê Erebî 2023.
- Çawa tu nivîskarekî rastîn bî bi zimanê Erebî 2023.
- Kanî ew nivîskarê rastîn bi zimanê Erebî.
-Di ramanê de :
- Evîn hebûn e û hebûn zanîn e bi zimanê Erebî 2021.
-Pirtûkên ku bi awayekî Elkitronîk ve hatibûn e weşandin:
- Nîşanên li paş deqê di cîhanên Mehmûd Elweheb – xwendinên rexnî – bi zimanê Erebî.
- Vedengên dilsariyê – Helbest -bi Erebî.
- Leylan- Deq, bi Erebî.
- Qêrînên roniyê- Helbest- bi Erebî.
- welatekî û jinekê- Helbest- bi Erebî.
- Tilîliyên pênûsekî ji agir- nivîsên Elkitronî- bi Erebî.
- Ramanên biqircir- Hevtayî- bi Erebî.
- Zanyar – Guftûgo- bi Erebî.
-Di warê wergerandinê de :
- Pirtûka helbestvan Ismaîl Ehmed,Evîn kernevalekî xwedayî ye.
-Di warê amadekirina pirtûkan de :
- Xwendinekê ji dîmena siyasî re li rojavayê Kurdistanê.
- Efrîn berxwedana serdemê
- Barîn Gerdena Zeytûnê
- Tundirewî
Di rojname û malperan de:
- li ser weşandina rojnama Evîn hebûn e û hebûn zanîn e de xebitî.
- Gelek gotar,lêkolîn û xwedinên rexnî û ramanî ên wî li ser gelek rojnameyên pelgî û Elketronî û malperan hene.
Di çalakiyên wêjeyî û ramanî ên cûr be cûr de:
- li dîdara wêjeyî a yekemîn ji bo helbestvanê Munbicê beşadar bû 2008
- gelek komcivîn, semîner û şevbuhêrkên wêjeyî li Sûrî, Kurdistanê û Elmanyayê beşdar bû li gel gelek hevpeyvînên radiyoyî û Televizyonî Kurdî.
- Endamekî rêvebir e berê ye di yekîtiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de.
- Demeznerê komcivîna Dûsseldorf a rewşenbîrî.
- Endamê yekîtiya cîhanî a nivîskarên Ereb e.
- bernameyekî rewşenbîrî bi herdû zimanan Kurdî û Erebî li ser Zoomê pêşkêş kiribû.
https://reberhebun.blogspot.com/